Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Hevpeymanan civiya

behsa reformên nava wezareta pêşmerge kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Hevpeymaniya cîhanî ya bo reform û perwerde kirina hêzên pêşmerge kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser mekanîzm û çawetiya birêveçûna prosesa reforman û rêkxistin kirina wezareta pêşmerge, behsa egera dûbare serhildana DIŞIê û zêdebûna lêv û tevgerên DIŞIê hate kirin.

Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî spasiya hevldanên hevpeymanan kir û hêviya berdewam bûna hevkariyên hevpeymanan bi taybetî di warê reformên di nava wezareta pêşmerge de xwest.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku hevkariya tevahiya aliyan di her warî de hem bo pêşî girtin ji metirsiyên teror û terorîstan û him jî ji bo afirandina derfetên goncaw bo normal kirin û çareser kirina kêşeyên siyasî, îdarî û destûrî gelek girîng û pêwîste.

Ji aliyê xwe ve şanda mêwan jî tekezî li ser pêşkêş kirina hevkariyên zêdetir bo hêzên pêşmerge bo pêşde birina prosesa reforman kir û piştgîriya xwe jî bo hemahengiya navbera hêzên pêşmerge, hevpeymanan û hêzên Îraqî di her warekê de diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.