Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Musena Ehmed Menfî û şanda Endamên civata Parêzgehê kir.
Di hevdîtinê de şanda mêwan spasî Serok Barzanî kir ji bo hevdîtin û pêşwaziya wan û ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistanê û beşên din yên Iraqê, pêzanînên wan ji bo qurbanîdana gelê Kurdistanê li xebata dijî dîktatoriyet û şerê terorê de hebû. Parêzgar û şanda li gel hewlên Serok Barzanî di rûbirûbûna dîktatoriyet û kûrkirina bingehên demokrasiyet û pêkvejiyana li Iraqê da bilind nirxandin.
Di beşekî dinê hevdîtinê de behsa rewş û jiyana welatiyên Iraqê û bi taybetî parêzgeha Musena û parêzgehên navîn û başur kirin û tekez li sûd wergirtina ji ezmûna Herêma Kurdistanê kirin ku bikarin vê ezmûnê ji bo pêşxistin û her wiha pêşxistina kerta geştuguzariyê li parêzgehên xwe veguhezin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û parêzgehên xwe bi hêztir bikin.
Di beşekî dinê hevdîtinê de rewş û kêşeyên li nav proseya siyasiya Iraqê nirxandin û tekez li ser pêwîstiya bi cîhkirina destura Iraqê wekî çareseriya ji bo kêşeyan kirin.
Her di vê civînê de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û parêzgehên Iraqê û bi taybetî parêzgeha Musena bi girîng wesif kir û balkişand li ser wê yekê ku eger piştî proseya azadkirina Iraqê destur bingeha çareseriya kêşeyan bûya, Iraq li rewşeke baştir de dibû. Her wiha tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û beşên dinê Iraqê kir. Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser kêşeyên siyasiyên Iraqê wê yekê dûpat kir ku nabê nakokiyên siyasî bibê sedema duristbûna rik û kîna di navbera neteweyan, belku pêwîste ew aştî û tebayiya di navbera pêkhatên gelên Iraqê da heye bê bihêztir kirin.
Di dawiya hevdîtinê de di derbarê çarenûsa termên enfalkiriyên Kurdistanê de, Serok Barzanî bi pêwîst zanî hewleke cidî bê dayîn ji bo peydakirina gorên bi kom û anîna termên enfalkiriyan ji bo nîştimanê wan kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin