Zarokekî Helebceyî yê ku di dema kîmiyabaran kirina Helebceyê de tenê 9 mehî bûye, piştî 31 salan karî malbeta xwe ya rastîn bibîne.
Li gor jêderan, ev zarokê Helebceyî yê ku navê vî Xelîle, di dema kîmiyabarana Helebceyê de bo tedavî kirina li gel malbeta xwe çûye Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, û jiwir ji malbeta xwe tê veqetandin û ji aliyê malbeteke Faris ve tê xwedîkirin.
Xelîl di sala 2013an de jê re hatiye gotin ku tu xelkê Helebceyî, jiber vê çendê jî nav hatî di sala 2013an ve dest kiriye bi hewldan bo dîtina malbet û kesûkarên xwe yên rastîn.
Di encama wan hewldanan de, beriya çend rojan encamên cerbandinên DNA hatine eşkerekirin û malbeta rastîn ya Xelîl jî hatiye diyarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin