Xwendekarekî Kurd yê bi navê Sabîr Şêx Ebdulah ku xelkê Mehabadê ye û beriya 6 salan hatibû girtin, niha li girtîgeha Urimiyeyê piştî derbas kirina 6 sal zîndanê, li benda darve kirinê ye.
Sabir Şêx Ebdulah beriya 6 salan dema li zanîngeha Tebatebayî li Tehranê dixwend ji aliyê hêzên îtlaatê ve bi hinceta endambûn di nava partiyeke Kurdî de hatiye girtin.
Piştî dadgeh kirin, Ebdulah ji aliyê dadgehê ve bi îdamkirinê hatiye mehkûmkirin û niha piştî 6 sala derbasbûn ji zîndanî kirina vî, li girtîgeha Urimiyeyê li benda cîhbicîh kirina biryara darvekirinê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin