Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Baxozê roja pêncşemê 1300 kesên din radest bûne.
HSDê operasyona dijî Baxozê, ku herêma dawî ya di destê Dewleta Îslamî (DIŞI) de ye, roja yekşemê dabû destpê kirin. Berdevkê HSDê Mustafa Balî ji Twitterê diyar kir ku ji serê sibehê vir jimareke endamên DIŞIê û malbatên wan radest dibin.
Herwiha ajansên navneteweyî didin zanîn ku gelek kesên radest dibin birîndar in.Ji aliyê din ve, HSDê ragihand ku ji roja Yekşemê vir ve 112 çekdarên DIŞIê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin