Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di nav sê rojên derbasbûyî de herî kêm 30 kes ji aliyê cîhadiyên ser Tirkiyê ve hatine girtin û revandin.
Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê belav kiriye, rojên 15 û 16 Adara îsal, çekdarên grûba bi navê Silêman Şah (Emşat) li navçeya Şiyê ya Efrînê, komek welatî, bi bihaneya ku berê pêwendiya wan bi YPGê re hebûye, revandin.
Li gorî agahiyên wê dezgeha sivîl, navên wan kesên ku hatine revandin jî ev in: Hecî Ebdilrehman Şêxo, Ebdula Mihemed Hebeş, Silêman Mihemed Bilal, Ehmed Mihemed Bilal, Xelîl Mistefa Şêxo, Ebdilrehamn Hesen yê 75 salî, Mihemed Behrî Dumilî û Şêx Ehmed Menan Milhim, Omer Cemîl Sîdo.
Wê dezgeha mafên mirov daye zanîn, duhî çekdarên heman grûbê avêtin ser her du gundên Alkana û Xelîl Gulko yên ser bi Şiyê ve û zêdetir ji 20 welatiyên wan her du gundan revandin û bi awayekî hovane eşkence kirin û li hember berdana her yekî ji wan daxwaza 2 hezar dolar kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin