Serok Barzanî li gel nunerên şêniyên devera Zumarê civiya

di civînê de rewşa siyasî ya deverê şîrove kir
کوردستان TV
100%

Îro Serok Barzanî bi mebesta giftûgo kirin li ser kêşe û arîşeyên devera Zumarê li gel hijmareke zêde ji rîspî û nunerên pêkhateyên civakî û şêniyên devera Zumarê civiya.

Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civînê kir û behsa qurbanîdan û berxwedana devera Zumarê ya li hember êrîşên terorîstên DIŞIê û neyaran di salên derbasbûyî de kir û balkêşande ser girîngiya devera Zumarê di şerê dijî terorîstên DIŞIê de û ragihand ku kilîla têkbirina DIŞIê li Zumarê bû û têkçûna terorîstên DIŞIê li Zumarê destpê kir.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa çanda bihevre jiyanê li deverê de kir û anî ziman ku cêyê kêfxweşiyê ye ku terorîst û nehez nikarîn çanda bihevre jiyan li deverê tune bikin.

Seork Barzanî tekezî li ser vê yekê kir ku nabe nakokiyên siyasî li gel desthilat û hikûmet bibin sedema nakokiyên navbera netewe û pêkhateyên olî.

Di beşeke din ji gotara xwe de Serok barzanî hevdem ligel balkêşandine ser metirsiya terorê tekezî li ser vê yekê kir ku çanda bihevre jiyanê baştirîn çeke bo ji nav birina hizira radîkal û terorê û lazime hizra radîlak û terorê were jinavibirin û li Kurdistanê de em weke mirov birayên hevin û cudatiya netewî û olî nebûye kêşe û nabe kêşe û şîrove kirina mirov jî li ser esasê piratîk û kiriyarên vî ne ne li ser esasê bîr û baweriyên vî.

Derbarê çarenivîsa deverên madeya 140 de jî Serok barzanî diyar kir ku eger destûr hatiba cîhbicîh kirin niha rewşa Îraqê gelek baştir dibû û got: Lazime madeya 140 bi lihev gehêştin û jihev fêmkirin û awayekî aştiyane were cîhbicîhkirin û her hewlek bo sepandina tiştek ku beruvajiya rastiya cografî, dîrok û rewşa civakî ya deverê be dibe sedema kûrtir kirina aloziyan û nayê qebûlkirin.

Di dirêjahiya civînê de Serok Barzanî behsa rewşa siyasî ya Îraqê û bûyerên piştî referandumê kir û diyar kir ku piştî hilbijartinên Îraqê rewşeke din ya nû çê bûye û tevahiya aliyan hewl didin daku fêde ji vê rewşa han ya nû bistînin bo cîhbicîh kirina pirensîbên biratî, bihevre jiyanê û nehêştina terorê.

Di beşeke din ya civînê de amadebûyên civînê nêrîn û pêşniyarên xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî yên şêniyên deverê bo Serok Barzanî diyar kirin û Serok Barzanî jî bi liber çav girtina rewşa baş ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de şîretên pêwîst bo çareser kirina wan kêşeyan li amadebûyan kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.