Zextên li dijî Kurdan li Bakûrê Kurdistanê her diçe zêdetir dibin û hikûmeta Tirkiyeyê careke din bêtehemuliya xwe ya li hember Kurdan nîşanda.
Li gor jêderên nûçeyan, piştî lidarxistina ahenga Newrozê ya li Amedê, hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê li dijî organîzatorên ahenga mezin a Newrozê operasiyonên binçav kirinê destpê kirine.
Jêder behsa vê yekê dikin ku heta niha 110 kes ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine binçavkirin û lêpirsîn ji wan tê kirin.
Ji aliyeke din ve jî heman siyaset li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê yaku ji aliyê artêaşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve hatiye dagîrkirin didome û jiber ku Newroz pîroz kirine herî kêm 100 welatiyên Kurd ji aliyê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin