Piştî ku li ser daxwaza Serok Barzanî û bi fermana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Helebce bû pêncem parêzgeha Kurdistanê, hikûmeta Îraqê jî biparêzgeh kirina Helebceyê qebûl kir.
Piştî vê yekê di roja 15ê Adarê de, bo cara yekem tomar kirina hijmara tirimbîlan li ser navê parêzgeha Helebceyê destpê kir.
Herwiha îro 24ê Adarê birêveberatiya Pasporta Helebceyê hate vekirin û yekem şêniyên Helebceyê ku keçeke Kurde, yekem pasport li vê birêveberatiya han wergirt.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin