Di nava 3 rojan de 209 zarok ji dayik bûne

di Newroza îsalê de kesek canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya tendirostiya Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku di nava her sê rojên cejna Newrozê de li Hewlêrê 209 zarok ji dayik bûne.

Li gor daxuyaniya han hijmara serdana welatiyan di rojên Newrozê de bo nexweşxaneyan gelek kêm bûye û sala derbasbûyî di nava her sê rojên Newrozê de 13 hezar serdan hatine tomarkirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku di nava wan sê rojan de 64 haletên birîndar bûn û haletekê mirinê jiber bûyerên tirafîkê jî hatine tomarkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di nava sê rojên cejnê de li Hewlêrê 209 zarok jidayik bûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.