Hevpeyman û wezareta pêşmerge civiyan

dibêjin lazime şerê dijî terorê berdewam be
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya civînên hevbeş yên di navbera wezareta pêşmerge û hêzên hevpeymanan yên li Sûriye û Îraqê de, îro civîneke din ya hevbeş di navbera her du aliyan li Hewlêrê hate lidarxistin.

Di destpêka civînê de behsa bûyera binav ketina belemê li Mûsilê hate kirin û her du alî hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan diyar kirin.

Pişt re raportên taybet yên komîteyên hevbeş yên her du aliyan hatin xwendin û şîrovekirin û behsa lêv û tevgerên DIŞIê li hin deverên Îraqê û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin.

Her di heman civînê de behsa jinav birina leşkerî ya DIŞIê li Îraq û Sûriyeyê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku niha di warê cografî de ti deverek di destê DIŞIê de tuneye lêbelê hîn jî metirsiyên DIŞIê bi temamî nehatine jinavbirin lewre lazime têkoşîna dîjî terorê û têkoşîna dijî hizira radîkalîzimê bidome.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.