Duhê êwarê şandeke Nemsayê serdana Parlementoya Kurdistanê kir û ji aliyê Seroka Parlementoyê Dr. Vala Ferîd ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de Seroka Parlementoya behsa rola parlementoyê kiriye û aniye ziman ku li gor destûra bingehîn ya Îraqê mafên parlementoya Kurdistanê jî heye qanûnên curbicur amade û pesind bike û ev qanûnên ku ji aliyê parlementoyê ve tên amade û pesindkirin ne beruvajî destûra bingehîn ya Îraqê ne.
Vala Ferîd herwiha behsa çawetiya kar kirina parlemento û hikûmeta Kurdistanê kiriye û balkêşandiye ser vê yekê ku ev hewl bo bihêztir kirina prosesa demokrasiyê didin.
Li hember de jî şanda Nemsayî kêfxweşiya xwe bo vê serdana han diyar kiriye û aniye ziman ku armanc ji vê serdana han ji nêzve hayedar bûne ji rewşa Kurdistanê.
Şanda mêwan bihevre jiyana pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê bi girîng wesif kiriye û rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bi roleke dîrokî bilêv kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin