Rêveberiya Xweser 3 zarokên DIŞIê radestî Rûsyayê kir

ev her sê zarok ji dayik û bavên Rûsî ne
کوردستان TV
100%

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DIŞIê yên Rûsî radestî Komîteya Parlamantoya Doma ya Rûsyayê kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna Hevserokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û şandeyek ji parlamantoya Rûsyayê ku ji Nelly Kosova û Marbella, du nûnerên Komîteya Doma ya Rûsyayê ya Karûbarên Hevkariya Navdewletî pêk dihat, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Civîn li Buroya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê li dar ket. Zarokên hatin radestkirin ev in; Ebdulrehman Remedan 7 salî, Meryem Remedan a 7 salî û Fatima Remedan ê 5 salî.

Li gorî nûçeyeke anhayê rewşa tenduristiyê ya zarokan baş e, zarok li ser daxwaza hikûmeta Rûsiyayê hatin radestkirin.

Şandeya Rûsyayê spasiya Rêveberiya Xweser kir ku zarok parastin û ew radest kirin.

Di dawiya civînê de her du aliyan belgeya radestkirinê îmze kirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.