Îro zanîngeha Selahedînê bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê merasimek bo pêşkêş kirina xelata Doctoraya Fexrî bo zaniyarê Kurd Koçner Bîrkar lidar xist.
Di destpêka merasîma han de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku gelek kêfxweşe ku îro xelata Doctoraya fexrî pêşkêşî Koçber Bîrkar dike û jiber vê yekê jî spasiya zanîngeha Selahedînê dikim.
Serokezîrê Kurdistanê herwiha diyar kir ku Koçer Bîrkar bi serkeftina xwe ya mezin nîşan da ku gelê Kurd dikare di gelek waran de pêşeng be.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku Koçber Bîrkar xwe box we pêgehandiye û kariye bigehêje lûtkeyê û em pê serfirazin û lazime xwendekarên Kurd Bîrkar bikin mînak box we.
Nêçîrvan Barzanî got: Lazime ciwanên Kurd bi serbilindî biçin ser gorên helbestvanên navdar yên Kurd yên ku daxwaza xwendin û pêşkeftina gelê Kurd kirine û herwiha lazime biçin berdem wêneyên wan serkirdeyan ku bo gelê Kurdistanê xebat kirine.
Piştî gotara Serokwezîrê Kurdistanê, xelat ji aliyê Serokê zanîngeha Selahedînê ve bo Koçber Bîrkar hate pêşkêşkirin û pişt re jî Bîrkar gotarek pêşkêş kir û spasiya zanîngeha Selahedîn û hikûmeta Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin