Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya zanayê Kurd Profesor Koçer Bîrkar kir.
Di civînê de Serok Barzanî spasiya Koçer Bîrkar kir û ragihand ku Koçer Bîrkar cêyê şanaziyê ye bo her takekî Kurd û hêviya vê yekê xwest ku mînakên Bîrkar di nava ciwanên Kurdistanê de zêdetir bibin.
Serok Barzanî anî ziman ku destkeftên Koçer Bîrkar yên di warê zanistî de ew yek îsbat dikin ku ger derfet ji ciwanên Kurd re were afirandin weke ciwanên din yên cîhanê dikarin di warê zanistî û dahênanê de serkeftinên mezin bidest bixin.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de piştgîriya xwe bo hewlên zaniyarê Kurd Bîrkar bo hevkarî kirina zanistî û pêgehandina xwendekarên Kurd diyar kir û hêviya vê sekeftin û temendirêjî jê re xwest.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Koçer Bîrkar jî spasiya Serok Barzanî kir û behsa hinek proje û hizirên xwe kir ku dixwaze bi hevkariya li gel zanîngeha Selahedînê bo hevkarî kirina xwendekarên Kurdistanê cîhbicîh bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin