Di çarçoveya serdanên bo ser mezara Nemiran ya li Barzanê, îro şanda konsulusên welatên biyanî yên li Kurdistanê serdana mezara Nemiran ya li Barzanê kir û ji aliyê nunerê Serok Barzanî yê li Barzanê, Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê, şanda han bi mebesta diyar kirina rêzdariya xwe, deste gol li ser mezara Nemiran danî û piştî rêz girtinê Konsulusê Japonê gotarek li ser navê şandê pêşkêş kir û anîz iman ku Barzanî, sembola azadî û yeksaniyê bûye û niha li Kurdistanê de jî bihevre jiyaneke gelek baş di navbera tevahiya pêkhateyan de heye û em hêvî dikin ku ev çanda han berdewam bike.
Weke tê zanîn beriya çend rojan şandeke din ya welatên endam di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de serdana Mezara Nemiran kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin