Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê, derbarê amara wan welatiyên medenî yên ku bi şaştî di dema bordimana terorîstên DIŞIê de ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatine kuştin raportek weşand.
Li gor raporta han di destpêka êrîşên asmanî yên hevpeymaniya cîhanî yên li dijî terorîstên DIŞIê li Îraq û Sûriyeyê ji sala 2014an heta îro bi giştî hezar û 250 welatiyên medenî li Îraq û Sûriyeyê bi şaştî hatine kuştin.
Di beşeke din ya vê raporta han de hatiye eşkere kirin ku piraniya wan kesên medenî yên ku hatine kuştin di nava cêyên terorîstan de bûne anjî cêyên wan gelek nêzî cêyên terorîstan bûne.
Ji aliyeke din ve saziyên medenî yên navneteweyî behsa vê yekê dikin ku ev hijmara han zêdetire.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin