Du kolberên din yên Kurd birîndar bûn

duhê hêzên rejîmê êrîşî ser kolberan kirine
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê gole li ser kolberên Kurd reşandine û di encam de du kolberên Kurd birîndar bûne.

Jêder behsa vê yekê dikin ku yek ji wan Kolberan ku xelkê bajarê Paweyê ye, li sînorê navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê li devera Newsûdê hatiye birîndarkirin û Kolberê din  yê ku xelkê bajarê Serdeştê ye li sînorê Cinawe hatiye birîndarkirin.

Rewşa tendirostiya wan her du Kolberan başe û niha li navendên tendirostî di bin çavdêriya nûjdarî dene.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.