Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li bajarê Amedê namzedê HDPê Adnan Selçuk Mizrakli bi ser ket û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qezenc kir.
Namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Cumali Atilla ku niha weke qeyûmê Amedê kar dike % 31 deng wergirt.
HDP herweha li Amedê hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn wezîfdar kirin qezenc kirin.
Hêjayî gotinê ye ku li Amedê AKPê bi tenê şaredarîya navçeya Amedê Çêrmûgê bidest xistiye.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin