Birêveberatiya asayîşa Silêmanî îro çarşem daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku hêzên asayîşê yên li Silêmanî karîne tîmeke sê kesî ya bazirganî kirin û bikaranîna madeyên hişber binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han ev her sê kesên han li devera Zerayen ya li Silêmanî hatine girtin û polîs di dema operasiyonê de dest daniye ser tirimbêlek ku ya wan her sê kesan bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin