Mesrûr Barzanî û balyozê Ermenistanê civiyan

behsa dîroka her du gelên Kurdistan û Ermenistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê Hrachya Poladian kir.

Di civînê de giftûgo li ser pêşhatên deverê, bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê hate kirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku bihêztir kirina têkiliyên abûrî û çandî bi awayekî ku xizmeta her du aliyan bike gelek girînge.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Hrachya Poladian behsa zilim û stemên ku di pêvajoyên curbicur yên dîrokê de li her du gelên Kurdistan û Ermenistanê hatine kirin kirin û balkêşandine ser têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistan û Ermenistanê de û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên han kirin.

Di dawiya civîna han de Hrachya Poladian hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest û amadebûna welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir û got: Ermenistan bi girîngî li pêgeha Kurdistanê ya li deverê de dinêre.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.