Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê wezareta berevaniya Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn General Sir John Gordon Lorimer û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê têde beşdar bû, pêşhatên dawî yên li deverê û piştgîriyên Brîtanyayê yên bo hêzên pêşmerge hatin nirxandin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî rola hikûmet û Şêwirmendên leşkerî yên Brîtanî ya di warê perwerde kirin û yekxistina hêzên pêşmerge bi roleke girîng wesif kir û ragihand ku girîne hewlên cidî yên bo nehêştina sedemên serhildana terorê li deverê de werin dayîn.
Di berdewamiya civînê de Sir John Lorimer diyar kir ku Brîtanya di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de li ser hevkariyên xwe yên bo hêzên pêşmerge û perwerde kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê berdewam dibe daku serkeftineke mayende li hember terorîstan were bidestxistin.
Lorimer behsa girîngiya hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li deverê de kir bi taybetî di wan demên dawî de ku lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê zêde bûne.
Di dawiya civîna han de rewşa Sûriyeyê hate nirxandin û li ser vê mijarê jî Mesrûr Barzanî tekezî li ser diyalog û çareseriya siyasî bo rewşa Sûriyeyê û gerentî kirina maf û ewlekariya tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd li vê welatî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin