Mesrûr Barzanî li gel şandeke Akademî û Nivîskarên Ereb kir

şanda mêwan daxwaza zêdetir kirina çalakiyên rewşenbîrî dike
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke akademî, rewşenbîrî û nivîskarên welatên Erebî yên beşdar di 14mîn pêşengeha navnetewî ya pirtûkan a Hewlêrê bi Serokatiya Serokê dezgeha Meda bo çapemenî, Fexrî Kerîm kir.

Di civînê de giftûgo li ser têkiliyên hevbeş, rola dîrokî ya di navbera her du gelê Kurd û Ereb, rewşa rewşenbîrî û rola nivîskaran ya bo bihêztir kirina lêbûrîn û hevûdu qebûlkirin û red kirina hizira tundûtîjî û terorê hate kirin.

Di destpêka civînê de Mesrûr Barzanî hevdem li gel bixêr hatin kirina şanda mêwan bo Kurdistanê, behsa vê yekê kir ku gelê Kurdistanê nav û pêgeha wan dinase û got: Hun di warê diyar kirin û raderbirîna hizirên xwe û pênûsên xwe dikarin roleka ektîf û erênî ya xwe ya bo bihêztir kirina bihevre jiyana aştiyane û hevûdu qebûl kirinê navbera her du gelê Kurd û Ereb bilîzin û bo çareser kirina kêşeyên heyî bibin alîkar.

Di berdewamiya diyar kirina ramanên xwe yên li dor xebata hevbeş û bihevre jiyana navbera gelên resen yên deverê de, Mesrûr Barzanî gotineke Mele Mistefa Barzaniyê nemir ji şanda mêwan re rave kir û anî ziman ku nemir Mele Mistefa Barzanî hertim li ser vê yekê bi îsrar bûye ku nabe rê were dayîn ku xebat û şerê navbera şoreşên Kurd li gel hikûmetên Îraqê bo bidest xistina mafên xwe, bibe sedema şer û nakokiyên navbera gelan.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa mirovdostî, bexşendeyî û rewişt bilindiya gelê Kurd kir û anî ziman ku di ti şert û mercekê de gelê Kurd dev ji wan taybetmendiyên xwe ber nedaye û got: Xizmet kirina birayên xwe yên ku jiber sedemên curbicur berê xwe dane Kurdistanê erkê însanî yê me ye û beşeke ji çanda gelê me.

Barzanî herwiha daxwaz ji amadebûyan kir ku bibin balyozên aştî û bihevre jiyana aştiyane û got: Dikarin bihevre bihêztir û zengîntir bibin bo ku welatê xwe awedantir bikin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa pêşdeçûnên erênî yên di warê têkiliyên navbera Kurdistan û Bexdayê kir û ragihand ku em kurd û ereb bûne qurbaniyên pergalên dîktator û got: Gelek caran xelk bi qurbana bernameyên siyasî hatiye kirin.

Derbarê jiyanê welatiyên Îraqê de jî Barzanî diyar kir ku Îraq di warê samanên darayî û însanî de gelek zengîne lêbelê kêşeya xirab îdare kirin û birêvebirinê heye, jiber vê yekê gelek girînge ku çareseriyeke mayende ji kêşeyên siyasî re bi mebesta dabîn kirina aramî û geşe kirina Îraqê were dîtin.

Di berdewamiya civînê de hinek ji amadebûyên civînê nêrîn û ramanên xwe diyar kirin û ecîbmayî bûna xwe ya li hember bihevre jiyana biratiyane di navbera pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê de, pêşkeftinên heyî di her warî de bi taybetî di warê rewşenbîrî de diyar kir û hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû de xwestin.

Herwiha pêşniyara lidar xistin û organîzekirina festival û çalakiyên din yên weke pêşengeha pirtûkan hate kirin daku bi vê rengî nivîskar û rewşenbîrên her du gelan zêdetir hev û du nas bikin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.