Îro li Koşka Elhusêniye ya li Emana Paytexta Urdinê şahê vê welatî Şah Ebdulah pêşwaziya Serok Barzanî û şanda pê re kir.
Di civînê de şah Ebdulah kêfxweşiya xwe ya li hember baştir bûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û ragihand ku baştir bûna têkiliyên han di berejwendiya tevahiya aliyan deye.
Di civînê de behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de û bihêztir kirina têkiliyên han hate kirin û her du alî tekezî li ser bihêztir kirina hemahengî û hevkarî ya li dijî terorê kirin.
Weke tê zanîn Serok Barzanî li gel şandeke Kurdistanî bi mebesta beşdarî kirina di komcivîna abûriya cîhanî ya deriyaya mirî li ser vexwandina şah Ebdulah serdana Urdinê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin