Li gel gerimtir bûna şer û pevçûnên di navbera çekdarên Elqaîde, dewleta îslamî û hêzên ser bi hikûmeta Lîbyayê de, hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku hijmarek ji hêzên xwe ji Lîbyayê vekêşe.
Di vê derbarê de Fermandarê hêzên deryayî yên Amerîkayê Thomas Waldhauser diyar kir ku hevsengiyên heyî yên li ser erdê li Lîbyayê bi awayekî lezgîn tên guhertin û niha şer dijwar bûye û hêzên hikûmetê bi dijwarî şerê çekdarên radîkal dikin û ber bi Terablusê ve di pêşrewiyê dene.
Waldhauser herwiha diyar kir ku her çend Amerîka biryara vekêşana hine ji hêzên xwe daye lêbelê hinek din ji hêzên Amerîkî li Lîbyayê diminin bo parastina steratejiya Amerîkayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin