Piştî ku akp zext li komîsyona bilind ya hilbijartinan kiribû daku ev kesên ku di hilbijartinan de weke Serokşarewanî hatine hilbijartin lêbelê beriya niha bi biryarên bi desthilata qanûnê jikar hatibûn avêtin nabe destûrname werbigirin, YSKê jî hin biryar li ser vê mijarê der kiribû.
Şarewaniya Mêrdînê yek ji wan Şarewaniyan bû ku ketibû bin bandore biryar nameyên bi desthilatê qanûnê, û Serokşarewaniya berê ya Mêrdînê Ehmde Tirk jî jikar hatibû avêtin, lê vê carê jî berbijêrê HDPê Ehmed Tirk li Mêrdînê biser ket.
HDP du roj beriya niha daxuyaniyek weşandibû û têde behsa vê yekê kiribû ku AKP daxwaz ji YSKê kiriye daku destûrname nede Tirk jiber ku kal bûye û nikare kar bike, lêbelê dengê Amerîkayê roja înê nûçeyek weşand û têde behsa vê yek kir ku YSKê biryar daye daku destûrname bide Ehmed Tirk.
Tê payîn Tirk roja duşemê destûrnameya xwe bistîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin