Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 02:24

Merasîmek bo roja jîngeha Kurdistanê hat lidarxistin

hefteyek weke hefteya paqêj kirin û parastina jîngehê hat diyarkirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê bi beşdariya hijmareke zêde ji çalakvanên jîngehparêziyê û Serokwezîrê Kurdistanê merasîmek bo roja jîngeha Kurdistanê hat lidarxistin.

Di merasîmê de Serokwezîrê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û spasiya wan alî û saziyan kir ku ev merasîma han organîzekirine.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya gotara xwe de behsa girîngiya jîngehê kir û ragihand ku jîngeheke paqêj gelek bandor li ser tendirostiya welatiyan dike lewre lazime bo parastina tendirostiya xwe jîngeha xwe biparêzin.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha diyar kir ku piştî wêran kirin û şewitandina jîngeha Kurdistanê ji aliyê neyar û nehezên Kurd û Kurdistanê, niha hikûmeta Kurdistanê bi hevkariya gelê Kurdistanê di warê jîngeh parêziyê de pêngavên gelek girîng avêtiye. Dezgeh, sazî û qanûnên taybet bi jîngehparêziyê hatine amadekirin.

Hikûmet herwiha di nava çend salên derbasbûyî de bi hezaran cure dar bo parastina jîngehê çandiye, herwiha projeyên curbicur yên bo bikar anîna enerjiya paqêj yaku zirarê nede jîngehê hatine cîhbicîhkirin lêbelê ev têştên hatine kirin kêmin û lazime em bo paqêj kirina jîngeha xwe û herwiha bo parastina jîngeha welatê xwe gelek kar bikin û hewlên gelek cidî bidin.

Lazime parastina jîngehê li debistanan û di nava malbetan de bibe weke çandeke bihêz ya gelê Kurdistanê. Lazime tevahiya aktorên heyî yên di nava jîngehê de werin parastin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku av, heva, xak, dar, berd û giştiya Kurdistanê jîngeha meye lazime em jî weke çavê xwe xudî ji wan derkevin û lazime parastina jîngehê bibe erkê serekî yê rojane ya her welatiyekî Kurdistanê.

Barzanî heriwha daxwaz ji mamosteyên olî, mizgef û kilîseyan jî kir daku bo parastina jîngehê şîretan li welatiyan bikin û lazime em bikar anîna tirimbîlan yên ku zirarê didin jîngehê kêm bikin û lazime hewl were dayîn daku pergala veguhastina giştî berfiretir bikin û tirimbîlên dost li gel jîngehê bikar bînin.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya gotara xwe de diyar kir ku ji îro pêve hefteyek weke hefteya parastin û paqêjkirina jîngehê radigehînin û daxwaz ji her kesê kir daku di hemleya parastin û paqêj kirina jîngehê de beşdar be.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.