Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya polîsê Silêmanî, duhê êwarê li Derbenda Raniyeyê di encama bûyereke tirafîkê de 6 welatî canê xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku duhê êwarê li Derbenda Raniyeyê di encama lihev dana du tirimbîlan de 4 jin û du zarok bi giştî 6 kes canê xwe ji dest dane.
Polîs eşkere kiriye ku di heman bûyerê de 7 welatiyên din jî birîndar bûne ku birîna hinek ji wan girane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin