Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Siûdiyeyê duhê li şeş bajarên wî welatî 37 kes bi biryara dadgehê hatine darvekirin.
Li gor ajansa Siûdî ev 37 kesên ku hatine îdamkirin ji aliyê dadgehê ve bi tawana hewldan bo ava kirina tevgereke terorîstî û pêkanîna kiriyarên terorîstî hatine mehkûmkirin.
Ev kesên ku ji aliyê dadgehê ve hatine mehkûmkirin li bajarên Riyaz, Meke, Medîne, Şerqiye, Qasim û Esîr li ber çavên xelkê hatine darvekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin