Sererkanê Rûsyayê Valery Gerasimov ragihand ku Beşar Esed bi saya Rûsyayê li ser posta xwe maye.
Sererkanê Dewleta Rûsyayê Orgeneral Valery Gerasimov li konferansa Ewlekariyê ya Moskwayê axivî û diyar kir ku Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed bi saya Rûsyayê li ser posta xwe maye.
Gerasimov wiha axift: “Ne ji alîkariya Rûsyayê bûya, di sala 2015an de li gorî pêşbîniyên me Beşar Esad di meheke û nîvê, 2 mehan de diket. Destwerdana Rûsyayê bo Sûriyê kiriye ku Esed li ser posta xwe bimîne.”
Peyamakurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin