Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû û şanda pê re kir.
Di civînê de ku balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê û konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê û hijmareke Şêwirmend û berpirsên her du aliyan têde beşdar bûn pêşhatên siyasî û ewlekarî yên deverê û bihêztir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin.
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî bi Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest û amadebûna welatê xwe bo hevkarî kirin û bihêztir kirina têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de di her warekî de diyar kir.
Li hember de jî Mesrûr barzanî xwesteke Kurdistanê ya bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê diyar kir û anî ziman ku Kurdistan û Îraq jî pêdiviya wan bi piştgîrî û hevkariyên cîranan heye bi taybetî bo awedan kirin û pêşde birina rewşa wan deverên ku di encama şerê dijî DIŞIê de rastî zirarên mezin hatine.
Bihêztir kirina têkiliyên bazirganî, dosyeya ewlekarî ya deverê, metirsiyên terorê li deverê de çend mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin