Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 07:14

Serokwezîr pêşwazîyê li Konsulê nû yê Misirê li Hewlêrê dike

Misir û Hewlêrê têkiliyên xwe bihêztir dikin
کوردستان TV
100%

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî  li Ehmed Haris kir bi minasibeta destbikarbûna wî weke Konsulê Komara Misra Erebî li Herêma Kurdistanê  û  hêviya serkeftinê jê ra xwest. Serokwezîr tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Misrê, bi tyabetî têkeliyên di warê bazirganî, aborî û tûrizmê da kir û got ku Herêma Kurdstanê amadeye hêsankariyan bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, roja sêşemê pêşwazî li konsulê nê yê Misrê li Herêma Kurdistanê Ehmed Hariz kir û jê ra behsa qonaxên şerê dijî DIŞIê û qonaxa piştî nemana wê, pêşveçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, baştirbûna rewşa aborî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Konsulê nû yê Misrê kêfxweşiya xwe bi yekem hevdîtina bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ra nîşan da û got ku ew dilxweş e weke konsulê Komara Misra Erebî li Hewlêtê dest bikar dike. Hariz diyar ku welatê wî, Misir dixwaze têkeliyên xwe digel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê bazirganî, aborî, tûrîzm û zanistiyê da, zêdetir pêş bixe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.