Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 09:07

Nêçîrvan Barzanî: Emê zêdetir girîngî bi kerta tendirostiyê bidin

dibêje vê kerta tendirostî were baştirkirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşengeha amûrên nûjdarî û tendirostî hate vekirin.

di merasima vekirinê de Serokwezîr Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku hikûmet li gor şiyana xwe berdewam hewl dide nirx û baha bide sektora tenduristiyê.

Nêçîrvan Barzanî ragehand, bi bingeh kirina sîstemekî tenduristiya pêşketî li herêma Kurdistanê karê serekî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku zêdebûna nexwaşxaneyên hikûmetê, ku ji 26 nexwaşxaneyên li herêma Kurdistanê, hikûmetê ew hejmar gehandiye 76 nexwaşxaneyan û binkeyên tenduristiyê jî hejmara wan geheştiye 967 binkeyan.

Barzanî ragehand, hejmara xewgeh û qeroleyên nexwaşxaneyan ji 3.731 zêde bûne û geheştiye 7.805 xewgehan û hejmara bijîşkên li herêma Kurdistanê jî, ji 826 bijîşkan geheştiye 6.814 bijîşkan.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.