Îro şandeke wezareta derve ya Norwêjê serdana parlementoya Kurdistanê kir û li gel Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd civiya.
Di civînê de şanda Norwêjî kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han ya bo Kurdistanê diyar kir û herwiha dilxweşiya xwe jî ya li hember vê yekê ku jinek li Kurdistanê de Seroka parlementoyê ye diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de her du aliyan behsa çend mijaran bi taybetî rewşa penaber û koçberan li Kurdistanê de kir û şanda mêwan diyar kir ku hemahengiyeke baş ya di navbera wan û hikûmeta Kurdistanê de bo hevkarî kirina penaberan heye.
Di berdewamiya civîna han de jiber lidar xistina konferanseke taybet bi Kurdên Êzidî li Norwêjê jî Seroka parlementoya Kurdistanê spasiya hikûmeta Norwêjê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin