Li gor jêderên nûçeyan, duhê bi şev balefirên şer yên Îsraîlê, li Xezeyê êrîşî ser navenda ajansa anadolu ya Tirkî kirine.
Li gor jêderan, di encama êrîşa han de 5 mûşek ber navendê ketine û di encam de ev navend bi temamî hatiye wêrankirin.
Ji aliyeke din ve karmendên ajansa anadolu behsa vê yekê kirine ku beriya êrîşê hêzên Îsraîlî ev hayedar kirine û ji navendê derketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin