Birêveberatiya polîsê Silêmanî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku di nava 20 rojan de ji 15 meha nîsanê heta 5ê meha gulanê hêzên wan karîne 25 kes ku ji aliyê dadgehê ve tawanbariya wan hatiye îsbatkirin biçav bikin.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku beşek ji wan girtiyan jiber baziganî kirin bi madeyên huşber û beşeke din jî jiber dizîn û tawanên din hatine girtin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di dema girtina wan tawanbaran de çek, kêr û madeyên huşber jî li cem wan bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin