Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 09:07

Tîmeke tawankaran li Qeladizê hate girtin

vê radestî asayîşa Hewlêrê werin kirin
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya asayîşa Qeladizê ragihand ku hêzên wan karîne duhê bi şev du tawanbar binçav bikin.

Li gor daxuyaniya han ev du kes ku beriya niha li Hewlêr û çend bajarên din tawanên curbicur kirine, dema xwestine ji Başûr bi qaçax biçine Rojhilatê Kurdistanê û serdana kesekî din bikin yê ku li Rojhilatê Kurdistanê ye û beriya niha bi hevre li Hewlêrê çend tawanên curbicur kirine.

Li gor daxuyaniya han di dema girtina wan du kesan de demançeyeke ji coreya Tariq û 4 hezar û 800 dolarên Amerîkî jî hebûne.

Hate zanîn ku ev her du tawanbar bo darizandinê vê radestî hêzên ewlekarî yên li Hewlêrê were kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.