Jiber bilind kirina ala Kurdistanê hatibûn girtin.
Du xurtên gundê Nê ser bi bajarê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê yên ku jiber bilind kirina ala Kurdistanê li Newroza bajarê Merîwanê de ji aliyê Îtlaatê ve hatibûn îmzekirink, duhê hatin azadkirin.
Du xurtên Merîwanî bi navên Emîr Erjeng û Basêt Efşar ku di ahenga Newrozê de ala Kurdistanê bilind kiribûn, ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatibûn girtin.
Di rûnîştina yekem ya dadgehê de ev her du xurt bi sê sal cezaya girtîgehê ( tezîrî) hatibûn mehkûmkirin lêbelê pişt re dadgeha venêrînê ev ceza bo du salan kêm kir.
Di dawî de duhê ev her du xurtên Kurd hatin azadkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin