Duhê şandeke ser bi tîma hevkariyên navnetewî ya ser bi wezareta darayî û abûrî ya Franseyê serdana Hewlêrê kir û li gel rayedarên wezareta darayî ya hikûmeta Kurdistanê civiya.
Di civînê de her du alî behsa hevkariyên navbera hikûmeta Franse û Kurdistanê yên di warê dîcîtalîze kirina kerta bankdarî, bac û venêrîna meserfên hikûmeta Kurdistanê kirin.
Her di civîna han de şanda Fransî diyar kir ku vê di wan waran de hevkariya hikûmeta Kurdistanê bikin û jiber vê yekê jî biryar dane daku di çend rojên pêş de nivîsîngeheke nû li Hewlêrê vekin û dest bi cîhbicîh kirina projeyên xwe bikin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin