Di çarçoveya zêdetir bûna aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de, hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku pergala berevaniya mûşekî ya MIM 104 jî bişîne Rojhilata Navîn.
Ev biryara Amerîkayê di demekê deye ku Serokê Amerîkayê dibêje em amadene li gel Îranê danûstan bikin û Îran jî dibêje em bo danûstandinê ne amadene jiber ku dorpêç li ser me hene û lazime beriya her tiştekî dorpêç werin rakirin.
Hefteya derbasbûyî di heman çaarçoveyê de Îran gefa daxistina geroya Hurmuzê kiribû û jiber vê yekê jî Amerîka mezintirîn û metirsîdartirîn balefirên xwe yên şer yên B52 şandiye Rojhilata Navîn û li Qeterê bicîh kiriye.
Herwiha Amerîka du navgînên şerê yên ku balefirên şer vediguhêzên şandiye Kendavê û liwir bicîh kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin