Hejmareke mezin ji sivîlên parêzgeha Idlibê û Hemayê koçî kantona Efrînê kirin. Der barê şer de çeteyên El-Hizib El-Îslamî Tirkistanî bajarokê Kefirnebûdê bakurê bajarê Hemayê careke din xist bin kontrola xwe û paşê dîsa rejîmê bajarok û keleha Medîq kontorl kir.
Çavkaniyekî ji ANHA`yê re hejmara koçberên malbatên sivîl ên ku ji parêzgeha Idlib û Hemayê koçî kantona Efrînê kirine eşkere kir, bi vê yekê Tirkiyê û Rûsya di guhertina demografiya herêmê de dewam dikin.
Çavkanî got di demên dawîn de ji herêmên şer û bombebaranê li parêzgeha Idlib û Hemayê 50 hezar malbat koçî kantona Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, kirin.
Ev koçberî di wexteke ku hemleya hêzên rejîmê bi alîkariya esmanî yên Rûs û piştî hevpeymanên di navbera Tirkiyê û Rûsya li ser herêmê de, pêk tê.
Bi erêkirina Rûsya, dewleta Tirk guhertina demokrafîk li kantona Efrînê pêk tîne, ew yek bi rêya anîna hezaran malbatan ji gundewarên Şam, Dera û Humsê li Efrînê ye.
Der barê şerê li bejahiya bakurê Hemayê de, çavkanî got çeteyên Partiya El-Îslamî Tirkstanî piştî ku çalakiyên xwekujî li bajarokê Kefirnebûdê pêk anî, bajarok xiste bin serweriya xwe.
Heman çavkanî got rejîmê îro careke din Kefernebûdê û Keleha Medîq û gundên din mîna Tiwênê, Til Osman, Kirkat û Cenabirê kontrol kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber bilindbûna keleha Medîq, ew yek ji cihên herî stratejîk li herêmê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin