Di çarçoveya zêdetir bûna şer û pevçûnên navbera hêzên ser bi Qaîde û hêzên rejîmê de, hêzên rejîmê karîn ku gundeke din ji destê çekdarên Qaîdeyê derbixin.
Li gor çapemeniya leşkerî ya rejîmê, duhê di navbera hêzên rejîm û çekdarên Qaîdeyê de pevçûn qewmiye û di encama şer û pevçûnan de hêzên ser bi rejîmê karîne Mîdan Xezal ji destê çekdarên ser bi Qaîdeyê derbixin û kontorl bikin.
Di encama şer û pevçûnên ku di dawiya meha çaran de li deverê destpê kiriye heta niha hêzên rejîmê karîne 9 gund ji destê çekdarên ser bi qaîdeyê kontrol bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin