Bi minasebeta 26 saliya damezrandina navenda rewşenbîrî û huneriya laleşê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Serok û endamên desteya bilind ya navenda Laleşê
Bi minasebeta 26 saliya damezrandina navenda Laleşê pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û kadîrên navenda Laleşê û hemû xuşk û birayên Êzîdî dikim. Ji bo karkirin û pêşxistina çalakiyên civakî, çandî, xizmetkirina xuşk û birayên Êzîdiyan, destxweşiyê li hewl û keda we dikim.
Bi vê helkeftê hêviya serkeftin û berdewamiyê bo we dixwazim û herwiha piştevaniya xwe ji bo we yên birêz radigihînim. Hêviya bextewerî û aramî û vegerandina hemû xuşk û birayên Êzîdiyan li ser jiyana xwe ya asayiyê dixwazim.
Her serkeftî bin û bimînin bi xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin