Qaîmiqamiya Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku 12 navend û cêyên tendirostî jiber pêbend nebûn bi şîretên fermî hatine daxistin.
Di daxuyaniya qaîmiqamîtiya Hewlêrê de behsa vê yekê hate kirin ku piştî pişkinîn û wenêrînên taybetî ji aliyê hêzên wan ve, 9 cêyên nûjdaran, 2 dermansazî û dermanfiroşiyek jiber pêbend nebûn bi şîretên fermî hatine daxistin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di nava wan cêyên de ku hatine daxistin, dermanên qedexe û sextet hatine firotin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin