Rayedarên rêveberiya xweser ya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê belav kir ku di çarçoveya hewldanên wan yên bo radest kirina endamên malbetên DIŞIê yên bo dewletên xwe de, herî dawî karîne 222 endamên malbetên DIŞIê ku piraniya wan jin û zarokên radestî dewletên wan bikin.
Rayedar behsa vê yekê dikin ku hîn jî di nava kempên li deverê de zêdetir ji 30 hezar endamên malbetên DIŞIê hene û hîn jî çarenivîsa wan nehatiye diyarkirin û dewletên ku ev kesên han welatiyên wanin heta niha bo vegerandina wan ti gavek neavêtine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin