Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 13:23

Asayîşa Hewlêrê tawanbarek binçav kir

vê radestî Îraqê were kirin
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya asayîşa Hewlêrê ragihand ku yek ji tawanbarên teqîna roja 4ê vê mehê ya li Mûsilê binçav kiriye.

Di daxuyaniya birêveberatiya asayîşa Hewlêrê de hatiye nivîsandin ku piştî teqînên çar mehê li berdem navenda çandî û rewşenbîrî ya li Mûsilê, zaniyarî bi destê me gehêştin ku yek ji wan tawanbaran ji Mûsilê reviyaye û hatiye Kurdistanê, pişt re hêzên me dest bi lêgerînê kirine û karîne ev tawanbarê han binçav bikin.

Di beşeke din  ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku navê tawanbar Ehmed Mihemed Mehdî Salihe û niha di bin lêpirsînê deye û piştî bi dawî hatina prosesa qanûnî vê radestî aliyên têkildar yên Îraqê were kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.