Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê li bajarê Merîwanê hêzên îtlaatê Xwendekarekî Kurd yê zanîngeha Peyamnûr ya Merîwanê binçav kirine.
Li gor jêderan Xwendekarê girtî navê xwe Kejwan Azadiyan e û çalakvanê jîngehparêziyê ye.
Hate zanîn ku beriya çend rojan îtlaat ev Xwendekarê Kurd careke din binçav kiribû lêbelê piştî çend rojan azad kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin