Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 15:22

Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê Amerîkayê civiyan

behsa rewşa siyasî ya deverên kirin
نێچیرڤان بارزانی و كونسوڵی گشتیی ئه‌مه‌ریكا دۆخی ناوچه‌كه‌یان‌ تاوتوێ كرد
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin kir.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê,  têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê  û çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraq, Kurdistan û pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê jî hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku aliyên siyasî yên Kurdistanê hewldanên xwe didomînin û di çarçoveya wan hewldanan de qanûna çalak kirina Serokatiya Kurdistanê hatiye pejrandin û di demeke nêz de jî vê kabîne were avakirin.

Di dawiya civînê de behsa rewşa Mûsil û derdorê, deverên kêşe li ser û qonaxa piştî DIŞIê û pêngavên ku lazime  werin avêtin hate kirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.