Duhê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke kilîseya Aşûriyan ya Rojhilatê ya li cîhanê bi Serokatiya Patrîk Margorgîsê sêsiyan kir.
Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta vekirina kilîseya nû ya Aşûriyan ya li Soranê pîrozbayî pêşkêşî şanda mêwan kir û hêviya serkeftinê bo kom bûna kilîseyan xwest û ragihand ku Kurdistan bi çanda xwe ya bihevre jiyanê serfiraze û hewl dide kemaniyên heyî yên di vê warî de çareser bike.
Di berdewamiya civîna han de şanda mêwan jî spasiya Serokwezîr û hikûmeta Kurdistanê kir ku kar asanî û hemahengî li gel wan bo cîhbicîh kirina kar û çalakiyên wan kiriye. Herwiha jiber vehewandina hijmareke zêde ji koçber û penaberan jî şanda mêwan spasiya gelê Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin