Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 18:05

Serokwezîr li gel firakisyonên Kurdistanî dicive

civîn li ser daxwaza Serokwezîr tê lidarxistin
کوردستان TV
100%

Biryare îro Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî li gel firakisyonên Kurdistanî yên li parlementoya Îraqê bicive.

Li gor nûçeyeke Bexda post, biryare îro Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdumehdî li gel firakisyonên Kurdistanî yên li Parlementoya Îraqê bicive û di civînê de vê behsa çend mijaran were kirin.

Çavkanî nivîsandiye ku civîn li ser daxwaza Ebdulmehdî tê lidarxistin û têde behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, kêşeya ne şandina pereyên cotkarên Kurdistanê û çend mijarên din were kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.